Bi sedan şêniyên Tirbespiyê şehîd Şervan Şedadê oxir kir

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo cenazeyê şervanê YPG Avram Şomî li goristana Suryanan oxir kirin.

Şêniyên navçeya Tirbespiyê, îro bi merasîmekê cenazeyê şervanê YPG`ê Avram Somî (Şervan Şedadê) ku di 9’ê Kanûnê de li Hesekê şehîd bibû oxir kir.

Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Ebdî Xelef li vir axivî û bal kişand ser fedekariya mezin a şervanên YPG’ê û YPJ’ê di parastina destkeftiyên gel de.

Ji Fermandarên YPG’ê Heqî Bahoz jî bibîrxist ku şehîd Şervan bi dilsoziyeke mezin çeka birayê xwe yê şehîd hilgirt da kû axa xwe biparêze.

Bavê şehîd, Qasim Somî jî soza şopandina rêya şehîdan da..

Piştre, wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Back to top button