Meclisa navçeya Zirganê nobeda çalakiya Sêmalka dewr girt

Çalakiya Malbatên Şehîdan ya li ber deriyê Semalka a ji bo wergirtina cenazeyên gerîla ku bi destê PDK’ê hatine şehîdkirin di roja 76’mîn de ye. Nobeda çalakiyê, îro ji aliyê endamên meclîsa navçeya Zirganê ve hat dewrgirtin.

Çalakiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayan ku ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin şehîdxistin, di roja xwe ya 76’emîn de dewam kir.

Nobeda çalakiyê îro ji aliyê endamên meclîsa navçeya Zirganê ve hat dewrgirtin.

Li ser navê komê, Endama Meclîsa Zirgan Şirîn Mîro daxuyaniyek da û bertek nîşanî PDK’ê da

“Hêzeke ku ji xwe re dibêje ez Kurd im dest daniye ser cenazeyên zarokên me.

Ma dibe ku di demeke ku em qala yekîtiya Kurdan dikin, hêzeke ku xwe weke Kurd pênase dike tiştekî wiha bike?”

Şirîn Mîro carek din bang li PDK kir, demildest cenazêyên gerîlayên şehîd bidin malbatên wan.

Piştî daxuyaniyê koma Zirganê nobeda çalakiya kon ji koma Til Temir dewr girtin.

Back to top button