Şehîd Hemze Tolhildan bi merasîmeke bi heybet hate bibîranîn

Hemze Tolhildan di yekemîn salavgera şehadeta xwe de bi merasîmekê taybet ji aliyê bi sedan şêniyên Hesekê, Reqa û Dêrazorê ve hate bîranîn.

Şêwirmendê Meclîsa Sivîl a Dêrazorê û endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Dawûd Hec Elî bi nasnav Hemze Tolhildanê 19’ê Kanûna 2020’an li Dêrazorê şehîd bû.

Hemze Tolhildan di yekemîn salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe li goristana Şehîd Dijwar a bajarê Hesekê hat bibîranîn.

Bi sedan şêniyên Hesekê, Reqa û Dêrazorê beşdarî merasîmê bûn.

Dayîka şehîd Hemze Necah Dawûd li vir axivî û got:

“Ji ber baweriya kûr a kurê min bi şoreşa ku rêber Ocalan bi rê ve dibe, şehîd bû. kombûna ewqas kes îro ji bo bîranîan wî naşana hêzbûna wî û karê ku wî dikir e.”

Back to top button