Li zîndanên Tirkî de girtiyek din jî jiyana xwe ji dest da

Zîndanên dewleta Tirk ji bo girtiyên siyasî yên Kurd buye cihê mirinê. Doh li Girtîgeha bajarê Tekîrdagê yê Tirkiyê girtiyeke din ê bi navê Vedat Erkmen jiyana xwe ji dest da. Rayedarên gîrtîgehê îdia kirin ku girtiyê siyasî Vedat Erkmen dawî li jiyana xwe aniye. Lê birayê Vedat Erkmen dibêje tenduristiya birayê wî başbû, dewletê ew kuştiye.

Dewleta Tirk a dagirker li zîndanan li dijî girtiyên siyasî zext û êşkenceyê mezin dimeşîne, wan terkî mirinê dike.

Di encamê polîtîkayên kuştinê yên dewlea Tirk de di nav deh rojan de girtiyên bi navê Garîbe Gezer, Xelîl Guneş, Abdulrezzak Şûyûr, Salih Togrûl, Îlyas Demîr herî dawî girtiyê bi navê Vedat Erkmen jiyana xwe ji dest da.

Vedat Erkmen girtiyek siyasî ê kurd e, cezayê heta hetayî lê hatibû birîn û di girtîgeha bajarê Tekîrdagê de, di hûcreya yek kesî de dihat girtin.

Rayedarên dewleta Tirk a dagirker doh li malbatê geriyan weke her carî îdia kirin ku Vedat Erkmen di hûcreya yek kesî de dawî li jiyana xwe anî ye.

Birayê Vedat Erkmen: Tenduristiya birayê min baş bû dewletê birayê min kuşt

Birayê Vedat Erkmen diyar kir ku tenduristiya birayê wî başbû, ne ew kese ku xwe bikûje û got:

” Dewletê bê amadebûna me birê min birine nexweşaneyê û raporên wî yên mirinê li gor xwe derxistine û niha cenaze ji me vedişêrin. Pir eşekereye dewletê birêmin kuştiye.”

Malbatê cenazeyê kurê xwe girtin û xwestin ji bo wecîbeyên olî bibe Komeleya Dîgorê ya li navçeya Esenyûrtê ya Stenbolê.

Lê polîsan bi hêceta ku wê alozî derkeve cenazeyê Erkmen revandin û birin Miduriyeta Goristanan a Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê.

MED TUHAD-FED: Mirina girtiyên siyasî yên li pey hev ne normal e

Têkildarî bûyerê Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyaniyek da.

Federasyonê diyar kir ku ew van êşên ku li pey hev rû didin normal qebûl nakin û bang li pêwendîdaran kir ku bi berpirsyarî tevbigerin.

Di nav 10 rojan de 6 cenaze li girtîgehên Tirk derket, lê desthilata Tirk û Wezareta Edaletê li hember van mirinan ker û lalin.

Back to top button