Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Emê nehêlin ti aliyên terorîst bikaribe ewlehiya herêmê têk bibe

Doh di saetên piştî nîvro de li taxa Xiwêran a Hesekê motor-sikletek teqiya, di encamê de du kes birîndar bûn.

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî teqînê daxuyaniyek da.

Navendê diyar kir ku êriş ji aliyên kesên nenas ve nêzî dermanxaneya El-Nûr a li taxa xwêran pêk hat û got:

“Di teqînênê 2 kes birîndar bûn û kesên birîndar niha li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Piştî bûyerê hêzên me dest bi lêkolîna berpirsiyaran kir daku wan cezabikin.”

Navendê daxuyakirin ku ewê her tim ji bo parastina ewlehî û aştiya heremê bixebitin û nehêlin aliyên dijber bi kiryarên xweyên terorîstî ve aramiya heremê xirabikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hêzên ewlekariyê soza parastina gel û milkên wan dubare kir.

Back to top button