Jimara qurbanên bahoza Ray ya li Fîlîpînê bû 208 kes

Ji bahozên herî bihêz ên îsal, bahoza Ray ye ku çend roj in ziyanên mezin gihandine Fîlîpînê. Bîlançoya qurbanên bahozê bilindtir bû. Jimara qurbanan bû 208 kes. 

Ajansa Reuters’ê li ser zimanê Berdevkê Polîsa Fîlîpînê ragihand ” Jimara qurbanên bahoza Ray ku li herêmên navenda welêt û başûrê wê xistiye, bû 208 kes.”

Berî niha jî deshilata Fîlîpînê gotibû jimara qurbanên bahozê 100 derbas kiriye.

Lê heta niha û li gorî berdevkê Polîsê jimara qurbanan bûye 208 kes.

Çend roj in ev bahoz a bi navê Ray bi awayekî xurt li Fîlîpînê daye.

Ji ber wê gelek ziyan çêbûne.

Ji bilî qurbanên bi sedan, 400 hezar kes ji malên xwe derketine û derbider bûne.

Gelek avahî di encamê de hatine rûxandin.

Peywendî û kehrebe jî li herêmên ku bahoz lê çêbûye qut bûne.

Back to top button