Şîlî..Namzetê sosyalît Gabriel Boric bû serokdewletê nû

Li welatê Amerîkaya Latîn, Şîlî, hilbijartina serok-dewletiyê di tûra duyemîn de bi encam bû. Namzetê sosyalît ê 35 salî Gabriel Boric ku ji sedî 55.7’ê dengan bidest xist, bû serokê nû yê welat. Bi vî awayê di dîroka Şîlî de, Boric bû yekemîn serok-dewletê herî ciwan. 

Li Şîlî bi rêjeya tevlîbûnê ya ji sedî 44.15, hilbijartina serokatiyê pêk hat.

Pêşbazî di navbera namzetê sosyalîst Gabriel Boric û yê muhafezkar Antonîo Kast de bû.

Di tûra yekemîn de herdû namzetan rêjeya pêwîst a dengan bidest nexistin.

Ji ber vê doh tûra duyemîn pêk hat û di encamê de namzetê sosyalît Gabriel Boric bû serok-dewletê nû yê Şîlî.

Namzetê muhafezekar Kast jî têkçûna xwe qebûl kir û serkeftina Boric pîroz kir.

Serokê heyî Sabastian Pînera jî serkeftina Boric weke cihê rûmetê bi nav kir.

Gabriel Boric ku sala 2011’an bi pêşengiya xwepêşandanên ciwanan ketibû rojevê, sala 2013’an bû parlementer.

Û di 35 saliya xwe de weke kesê herî ciwan bû serokê Şîlî.

Back to top button