Rîham Hesen: Hemû endamên NATO berpirsên êrişan in

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hesen anî ziman dewleta Tirk li Şengalê pêşengên civakê dike armanc da ku wan bê vîn bihêle. Rîham Hesen dibêje ”Dewleta Tirk bi tena serê xwe nikare êrişan pêk bîne, hemû endamên NATO ji êrişan berpirsyar in.” Rîham bang li NY’ê kir ku çekan nedin dewleta Tirk û qada hewayî qedexe bikin. 

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen, derbarê êrişên dewleta Tirk ên dawî li ser Şengalê ji ajansa Rojnews’ê re nirxandin kir.

Rîham Hesen, anî ziman ku dewleta Tirk nikare bi tena xwe êrişî Şengalê bike û di serî de Amerîka hemû endamên NATO berpirsên van êrişan nîşan da.

Rîham Hesen: Dewleta Tirk pêşengên civakê dike armanc

Rîham Hesen şehadeta Merwan Bedel bi bîr xist û diyar kir ku Tirkiye pêşengên civakê ku xwedî hêz û vîn in dike armanc.

Rîham Hesen: Rola dewleta Tirk û PDK’ê di êrişan de heman e

Di dewama nirxandina xwe de Rîham Hesen destnîşan kir ku di van êrîşên li ser Şengalê de rola dewleta Tirk û ya PDK’ê ji hev ne qut in.

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê da zanîn ku li Şengalê vîna gel heye û PDK wê nekare di polîtîkayên xwe de bi ser bikeve.

Her wiha bang li NY kir ku çekan nedin dewleta Tirk û qada hewayî li balfiran qedexe bikin.

Back to top button