Hat îdiakirin ku artêşa Myanmarê rêze qetlîamên sivîlan pêk aniye

Ji Sibatê ve artêşa Myanmarê welat bi rêya darbeyê birêve dibin. Hat îdiakirin ku artêşa Myanmarê di meha Tîrmehê de rêze qetlîamên sivîlan pêk aniye û di encamê de herî kêm 40 kes mirine.

Di raporta lêkolînê ya BBC de, îfade û dîmenên 11 şahidan bi wêneyên ku rêxistina Myanmar Witness ku navenda wê li Brîtanyayê ye li ser binpêkirinên mafên mirovan li Myanmarê lêkolînan dike, berhev kirine.

Li gorî nûçeyê, kesên ku karîn xwe ji kuştinên artêşa Myanmarê yên li dijî sivîlan rizgar bikin û şahidên bûyerê gotine, leşkerên Myanmarê piştî dorpêçkirina gundiyan zilamên ku ji hev cuda kirine kuştine.

Di dîmenên ku BBC bi dest xistiye de derketiye holê ku beriya ev kes werin kuştin, êşkence li wan hatiye kirin.

Piştî kuştina wan jî ew di goreke komî de veşartine.

Tê gotin, bûyer meha Tîrmehê li navçeya Kanî ya herêma Sagaingê rû daye.

Di encama serdegirtina 4 navçeyan de bêtirî 40 hatine kuştin.

Ji 1’ê Sibatê ku artêşê li welat darbe pêk anî heta niha 1200 kes hatin kuştin û nêzî 10 hezar kes hatin binçavkirin.

Back to top button