Ingilîstan: wê leşkerên me li dijî rûsya neyên bicihkirin

Di wextekî de ku helwesta welatên Rojavayî û NATO li hemberî Rûsyayê tûnd dibe, Îngilîstanê siyaseta xwe a li hemberî Mosko eşkere kir. Wezareta Parastinê ragihand ku eger şerek li Ukraine pêk were, ew ê leşkerên xwe li dijî Rûsyayê bicih nekin.

Ev demeke dirêje li hemberî êrişeke muhtemel a Rûsya li dijî Ukraine, hêzên cîhanî di nava tevgerê de ne.

Amerîka, Yekîtiya Ewrûpayê û NATO, Pûtîn hişyar kirin ku ger êriş pêk were wê berdêlê wê giran be.

Li ser heman mijarê Wezîrê Parastinê yê Brîtanya Ben Wallace (Bên Wales) daxuyaniyek da.

Wallace anî ziman ku eger şer destpêbike, îhtîmal pir kêm e Birîtanya leşkerên xwe bişîne Ukraîne û wiha got:

Ji vê rewşê Kiev agahdar e.

Sedema vê yekê jî ew e ku Ukraine ne endama NATO ye.

Di vî warî de pêwîst nake ku em mirovan bixapînin.

Wekî din lazime bê zanîn ku êrişa li dijî Ukraine nayê wateya êrişa li dijî NATO.

Di rewşa heyî de ne zelal e ku wê Pûtîn êrişî Ukraine bike.

Lê tevî vê yekê jî tevgera leşkerî û zêdekirina hêza li ser sînor, nîşaneya êrişê ye.

Li hemberî vê rewşê, London di warê dîplomatîk de wê destekê bide Ukraine.

Back to top button