HPG’ê: Li Serhed û Heftanînê 7 leşkerên artêşa tirk hatin kuştin

Gerîlla meha Mijdarê li herêma Serhedê li dijî hêzên artêşa Tirk rêzeçalakî pêk anîn. Ragihandina HPG’ê encamên van çalakiyan ku dereng gihiştin wan, îro bi raya giştî re parve kirin. Li herêma Heftanînê jî di encama çalakiyan de gelek leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da.

Navendê diyar kir ku meha Mijdarê li herêma Serhedê li dijî êrişên artêşa Tirk, gerîlla rêzeçalakî pêk anîn.

Navendê da zanîn ji ber rewşa şer agahiyên çalakiyên li Serhedê dereng gihiştin ber destên wan û ev agahî parve kir,

“1’ê Kanûnê artêşa dagirker li qada Demîrkapi ya herêma Glîdaxa Agiriyê, bi yekîneyên veşartî dest bi operasyonekê kir.

2’ê Kanûnê piştî şopandina hêzên Tirk, gerîlla ji 2 baskan ve li wan dan û di encamê de leşkerek hat kuştin.

25’ê Mijdarê li herêma Glîdaxê, yekîneyeke dagirkeran a veşartî ji aliyê hêzên me ve hate kontrolkirin.

Gerîlla li du çeperên artêşa dagirker dan û di nava 10 deqeyan de ew tine kirin.

Di encamê de herî kêm 2 leşker hatin kuştin.

Di çalakiyên Serhedê de ti ziyan li hêzên gerîlla nebû.”

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên li herêma Heftanînê jî ev agahî dan:

“17’ê Kanûnê li girê Koordîne yên qada Pîrbilayê, gerîllayên YJA-STAR’ê li çepereke dagirkeran xistin.

Di encama vê çalakiyê de çeperek hate îmhakirin û leşkerên tê de hatin cezakirin.

19’ê Kanûnê dîsa li qada Girê Koordîne, çalakî hate lidarxistin û di encamê de herî kêm 4 dagirker hatin cezakirin.”

Derbarê êrişên artêşa Tirk de jî navenda ragihandinê ev agahî parvekirin:

“16’ê Kanûnê artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer qada Kafya ya herêma Garê bombebaran kir.

Li herêma Zapê jî di navbera 16, 17 û 18’ê Kanûnê de, qadên Girê Şehîd Şahîn, Girê Karker, Çiyayê Rêş, Şehîd Rustem, Çemço û Kunîşka bûn armanca êrişa balafiran.

19’ê Kanûnê dîsa li Zapê Şikefta Birîndaran û qada Karker hatin bombebarankirin.

Di van êrişan de tiştek bi hêzên me yên gerîla nehatiye.

Back to top button