Xelkê bajarê Kamyaran di dirûşma “Şehîd Namirin” nerazîbûn nîşan da

Rêjîma Îranê, duh siyasetmedare kurd Heyder Qurbanî li zîndana Sinê bi dar ve kir. Xelkê bajarê Kamyaran a Rojhilatê Kurdistanê piştî belavbûna nûçeya darvekirinê, li ber mala Heyder Qurbanî kombûn û nerazîbûn nîşan dan.

Rejima Îranê duh, girtiyê siyasî yê Kurd Heyder Qurbanî li girtîgeha navendî ya bajarê Sine bi darve kir.

Dezgeha Dadê ya parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê darvekirina Heyder Qurbanî piştrastkir.

Piştî belavbûna nûçeya darvekirina Heyder Qurbanî, xelkê bajarê Kamyaran ya Rojhilatê Kurdistanê li ber deriyê mala Heyder Qurbanî kombûn.

Kurdistaniyan durûşmeya ‘Şehîd Namirin’ qîriyan û nerazîbûna xwe dijî darvekirina Qurbanî nîşan dan..

Heyder Qurbanî bi “Endametiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î)” û “muxalefeta” li dewleta Îranê hatibû sucdarkirin.

Heyder Qurbanî ku xelkê Kamyaran ê Rojhilatê Kurdistanê ye, 16’ê Cotmeha 2016’an hatibû girtin û gelek êşkence lê hatibû kirin.

Back to top button