Tirkiyê..Dolar hefte bi rekorek nû despê kir û 17,60 tl derbas kir

Li Tirkiyê polîtîkayên Erdogan, aboriya civakê jihev dixe. Tevî pênc destêwerdanên Banka Navendî ya Tirkiyê ku 6,5 milyar dolar xistin bazarê, lê dîsan nekarî pêşî li daketina lîreyê Tirkî ya beramberî pereyên biyanî bigre. Dolar hefte bi rekoreke nû despêkir û 17,60 TL derbas kir. Li Izmîrê jî bi hezaran kes li dijî polîtîkayên Erdogan yên aboriyê meşiyan û bi yek dengê gotin; Diçin û wê biçin.

Piştî axaftina şevê din a Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku gotibû daxistina faîzê pêdiviyeke olî ye, îro ligel vebûna borseyê, lîreyê Tirkî dîsan li beramber dolar û diravên biyanî bi awayekî lez nirxê xwe daket.

Yek dolarê Amerîkî 17.60 lîreyê Tirkî derbas kir û euro jî gehişte 19.33 lîreyên Tirkî.

Daketina lîreyê Tirkî di demekê de ye ku Banka Navendî ya Tirkiyê pênc caran destwerdana bazarê kiribû û 6,5 milyar dolar xistibûn bazarê.

Her çiqasî ev yek weke pêngava pêşîgirtina li bênirxbûna lîreyê Tirkî (TL) hatibe kirin jî lê nekarî encamê bigre.

Banka Navendî ya Tirkiyê di nava 17 rojên despêka miha Kanûnê de 5 caran destwerdan kir.

Daketina bihayê lîreyê Tirkî li beramber dolar û diravên biyanî ji aliyê hemû cîhanê ve tê şopandin.

Li Izmîrê bihezaran kes li dijî polîtîkayên Erdogan meşiyan

Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li Qada Gundogdûyê ya Îzmîrê bi dirûşma “Em nikarin debara xwe bikin û ji bo jiyanek însanî em li qada ne” li dar xist.

Bi hezaran kedkar beşdarî mitîngê bûn.

Bi hezaran kedkarên li Qada Cumhuriyetê kom bûn heta Qada Gundogdûyê meşiyan.

Bi hezaran li qadê gotin “Diçin û wê biçin.”

Back to top button