Li eyaleta Xeznê ya başûrê Kabilê ku paytexta Afganistanê mayînek teqiya, 7 zarok minrin û 2 jî birîndar bûn
Berdevê eyaleta Xeznê Arif Nûrî got: “Teqîn di dema ku zarokan li nêzî rêya sereke dilîstin û pêl mayînê kirin de pêk hat. Mayîn ji aliyê Talîban ve ji bo hedefkirina hêzên ewlekariyê hatibû bi cihkirin.”
Li gorî endamê Encumena Eyaleta Xeznê Emanullah Qemeranî “Temenê zarokan di navbera 7 û 9 salan de ne, bi kêmanî 4 zarok ji malbatekî ne.
Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî ji sala 2018‘an ve der dora 4 sivîl li Afganistê hatin kuştin û 7 hezar jî birîndar bûn.