Çalakiya Sêmalka 77 roj in dewam dike lê PDK cenazeyan nade

Çalakiya malbatên şehîdan a li deriyê Sêmalka 77 roj in didome. Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê serdana çalakiyê kirin û di serdanê de birayê Şehîd Serdem Cûdî, Newaz Ibrahîm bang li PDK’ê kir ku cenazeyên şehîdan demildest bide

Îro endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê serdana konê çalakiyê kirin.

Di konê çalakiyê de birayê şehîd Serdem Cûdî ku yek ji wan gerîlayan bû ku di kemîna 29’ê Tebaxê de li Xelîfanê hatibû şehîdkirin, Newaz Ibrahîm axivî:

“Em şehîdên xwe dixwazin, şehîd Serdem birayê me yê herî biçûk bû.”

Ibrahîm di dawiyê de anî ziman ku ew bi şehadeta birayê xwe serbilind in.

Back to top button