Şandeyeke Sûdanî serdana Têkiliyên Derve a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir

Dareya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro şandeyeke Sûdanî pêşwazî kir.
Di hevdîtinê de girîngiya beşdarbûna welatên Ereb di çareserkirina aloziya Sûrî de hate nîqaşkrin.

Şandeya Sûdanî ku ji berpirsê balyozxaneya Sûdanî ya Li Şamê Tareq Ebdellah, şêwermendê balyozaxaneyê Imad El-Dîn Ehmed û endamê rêveberêya balyozxaneyê Mihemed Sedîq pêk dihat.

Şande ji hêla cîgirê hevserokatiya Daireya Têkiliyên Derve Fener Giêt û endama rêveber Senaa Deham ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de bal hate kişandin li ser projeya Rêveberiya Xweser û hate diyar kirn ev proje ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk modeleke çareseriyê ye.

Cîgirê hevserokatiya Daîreya Têkiliyan Fener Giêt bal kişand li ser girîngiya rola welatên Ereb di çareserkirina aloziya Sûrî û wiha got:

“Em hêvî dikin welatên Ereb rola xwe di çarserkirina aloziya Sûrî de bilîzin.”

Her wiha metirsiya Kampa Holê û brpirsyariya civaka navneteweyî beremberî welatiyên xwe yên di kamp û girtîgehan de hate nîqaşkirin

Her du alîyan rewşa mirovî, dosya koçberan û çawaniya vegera wan li welatên wan jî nîqaş kir.

Back to top button