Bi sedan ji şêniyên navçeya Tirbespiyê sersaxî ji malbata Şehîd Şervan Şedadê re xwest ku li bajarê Hesekê şehîd bûbû.
Îro şêniyên Tirbespiyê berê xwe dan gundê Dirêcîkê û sersaxî ji malbata şehîd Efram Somî bi nasnav Şervan Şedadê re xwest.
Di merasîma sersaxiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê Mihemed Zekî Îbrahîm axivî û diyar kir ku hevgirtina pêkhateyan sedema serkeftina projeya neteweya demokratîk e.
Ji rêveberên Kongra Star a navçeyê Kewser Qiso jî axivî û diyar kir ku armanca sereke ya dewleta Tirk ew e ku projeya Rêveberiya Xweser têk bibe û ev yek anî ziman:
“Bila bê zanîn ku ne dewleta Tirk û ne keseke din nikarin projeya demokratîk a herêmê têk bibin.”
Yek ji fermandarên QSD`ê yê herêma Cizîrê Ehmed Deran jî axivî û balkişand ser girîngiya hevgirtina pêkahtiyan a ji bo parastina herêmê.
Di dawiyê de wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.