Çalakiya konvedanê li Kobanê di roja 2 de dewam dike

Li Kobanê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo duh çalakiya konvedanê hate destpêkirin. Çalakî bi tevlîbûna welatiyan di roja xwe ya duyem de dewam dike.

Çalakiya konvedanê ya ku Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûrî û Tevgera Jina Ciwan li herêma Firatê pê rabûn li Qada Şehîd Egîd tê lidarxistin.

Bi dirûşmeya “Dem Dema Azadiya Rêbertî ye” çalakiya ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Ocalan k di roja duyemîn de dewam kir.

Îro şêniyên navçeyên Sirîn û Qenaya tevlî çalakiyê bûn û banga azadiya Rêber Apo kirin.

Tê payîn ku çalakî sibe bi dawî bibe.

Back to top button