Rojnameya Îtalî ji bo derxistina PKK’ê ji ‘Lîsta Terorê’ îlan weşand

Piştgirî û bangên ji bo kampanya derxistina PKK’ê ji lîsta terorê roj bi roj zêde dibe. Rojnameya Îtalî, bi îlana Edalet ji bo Kurdan û ‘serlêdana lezgîn ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorê ya Yekîtiya Ewropayê” hate weşandin. Di îlanê de bang hate kirin, ji bo aştî, demokrasî, azadî, aramî û doza mafê mirovan PKK tavilê ji ‘lîsteya rêxistinên terorê were derxistin.

Bi armanca derxistina PKK’ê ya ji ‘lîsteya Terorê, Siyasetmedar, nivîskar, zanyar, aktîvîst, parlamenter, hiqûqnas û hunermend jî di nav de 28 kesayetên navdar bi sernavê Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî, 5’ê mijdara 2021’an kampanyayek ragihandin.

Di vê çarçoveyê de ji çar parçeyên Kurdistanê û welatên cîhanê kesayetên navdar ên biyanî û Kurd beşdarî kampanyayê dibin.

Her wiha îlanên ji bo derxistina PKK’ê ji lîsta terorê ji rojnameyên girîng re jî têne dayin.

Rojnameya Îtalyayê ya bi navê Il Sole 24 ORE, bi sernavê “Kampanya Însiyatîfa Navneteweyî” îlanek da.

Û îlan bi banga ‘Edalet ji bo Kurdan û ‘serlêdana lezgîn ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorê ya Yekîtiya Ewropayê’ hate weşandin.

Di îlana rojnameyê de bal hate kişandin li ser rola PKK’ê ya di çareserkirina pirsgirêka Kurd û aştiya herêmê.

Lê belê, carek din hate ziman, hiştina PKK’ê ya di lîsteya Terorê de astengiya li pêşiya aştiyê ye.

Di dewama nivîsê de hate gotin ji bo PKK ji lîsteyê bê derxistin gelek sedemên pratîkî û qanûnî hene.

Biryara Dadgeha Bilind a Yekîtiya Ewropayê ku gotibû PKK bi neheqî di lîsteyê de tê girtin, tespîta Belçîkayê ya ku got PKK parçeyek ji şerekî çekdarî yê, ne navneteweyî ye, wekî sedemên qanûnî hate destnîşan kirin.

Wekî sedemên pratikî jî, işaret bi girîngiya tevgera PKK’ê ya ji bo gelê Kurd, rewşa nû ya PKK’ê ya li Rojhilata Navîn û rola PKK’ê ya di têkoşîna li dijî şerê DAIŞ’ê de hate kirin.

Di dawiya îlanê de bang hate kirin, ji bo aştî, demokrasî, azadî, aramî û doza mafê mirovan PKK tavilê ji ‘lîsteya rêxistinên terorê divê were derxistin.

Back to top button