Rûniştina Doza Kobanê careke din destpê kir

Rûniştina 8. a doza Kobanê ku li dijî HDP’ê weke komployeke hatîye ristin, îro destpê kir. Sîyasetmedar Ehmed Turk û hevseroka HDP’ê Giştî a berê ya girtî Fîgen Yuksekdag beşdarî dozê bûn û axivîn. Sîyasetmedaran bal kişandin ser neheqîyên ku li dijî HDP’ê tên kirin û dîyarkirin ku wê teqez tekoşîna wan a demokrasî û aştî yê serbikeve.

Rûniştina 8. doza bi navê Kobanê ku li dijî HDP’ê weke komployeke hatîye ristin, îro li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê, li Girtîgeha Sîncanê destpê kir.

Di vê doza sîyasî de 21 jê girtî 108 sîyasetmedarên Kurd tên darizandin.

Îro sîyasetmedarê Kurd Ehmed Turk û Hevseroka Giştî a HDP’ê ya berê ya girtî Fîgen Yuksekdag beşdarî dozê bûn û axivîn.

Sîyasetmedaran bal kişande ser zext û neheqîyên li dijî HDP’ê û dîyarkirin ku dê tekoşîna wan ya aştî û demokrasîyê wê teqez biserkeve.

Ehmed Turk ku weke ne girtî tê darizandin bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî dozê bû.

Ehmed Turk: Em îro jî bi neheqiyên 12’ê Îlonê re rû bi rû mane

Turk dîyar kir, tevî ku 50 sal li ser 12 Îlon ê derbasbûye lê hîna jî bi heman neheqîyan re rû bi rû dimînin û got:

”Em bi gelek neheqîyan re rû bi rû mane û ev yek îro jî dewam dike.

Min pêvajoya 12’ê Îlon ê jî dît. Lê belê tevî ku 50 sal li ser derbasbûye, em îro jî bi heman neheqîyan re rû bi rû mane.”

Fîgen Yuksekdag: Ji ber ku hurmeta me ji gelê me re heye em tevlî dozê dibin

Hevseroka Giştî a HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag bal kişande ser binpêkirin, zext û qeyrana li Tirkîyê û wiha axivî:

”Ger îro em têne vê dozê, ji ber hûrmeta me ji gelê me re heye ku em tên. Helbet dê ev zilm û zordarî xilas bibe û gunehên ewqas kesên bin dest û feqîr li sûkra vê deshilatdarîyê de ye.

Li sîyasetê nekarîn me, niha dixwazin bi vî şêwazî encaman bigrin. Em ê heta dawîyê parazwanên mafên gelên xwe bin.”

Back to top button