Tevgera DAIŞ a li herêmên di bin serweriya Hêzên Hikûmetê de zêde dibe.. Duh bi şev çeteyên DAIŞ’ê êrişî zeviyên petrolê yên El-Xirata ên li Dêrazorê kir, di encamê de 12 kes birîndar bûn.
Navenda Çavdêriyê a Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku şevê din çeteyên DAIŞ’ê êrişî nuqteyên komên El-Qatircî û Dîfa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê ên li derdora zeviyên petrolê yên Xirata ên li başûrê rojavayê Dêrazorê, kirin.
Hat diyar kirin di encamê de şer derket û 12 endamên komên El-Qatircî û Dîfa El-Wetenî birîndar bûn.
Hat ragihandin piştî ku sewqiyatên din ên hêzên hikûmeta Şamê û balafirên şer ên Rusyayê gihaştin herêmê, wan koman endamên xwe yên birîndar ji nuqteyên hedefgirtî derxistin.
Tevî êrişên balafirên şer ên Rusyayê û topbaran hêzên hikûmeta Şamê jî tevgera çeteyên DAIŞ’ê ên li çolistan Sûrî, dewam dike.