Ciwanên Başûr: Divê li dijî êrişên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê helwest were nîşandan

Ciwanên başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê nerazîbûn nîşan da.

Îro li Parka Azadî ya Silêmaniyê Komeleya Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re daxuyaniyek dan.

Daxuyanî ji aliyê Endamê Komeleya Ciwanên Welatparêz Zerdeşt Mihemed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de dijî dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê nerazîbûn hat nîşandan û daxwaz ji parlementoya başûr û ya Iraqê hat kirin li dijî êrişan helwestê nîşan bidin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Dewleta Tirk bê navber êrişî çiyayên Zap, Metîna û Avaşîn dike.

Bi hemû cûre çekên komkujiyê hewil dide wan deveran dagir bike. Lê qehremanî û îradeya xurt a gerîla pêşî li dagirkeriyê digre.”

Her wiha hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re weke xiyanet hat bi nav kirin.

Back to top button