WHO: Pêwîst e şahiyên sersalê werin betalkirin

Sersal nêz dibe û pê re jî plan û şahiyên pîrozbahiyê li her derê tên birêxistinkirin. Li ser van amadekariyan, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî hêvî kir ku şahî werin betalkirin. 

Tedros Adhanom rêveberê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî; li navenda rêxistinê ku li Cinêvê ye, bi rêya konferanseke çapemeniyê daxuyaiyek da.

Tê de hêvî ji malbat û kesên ku dixwazin bi hevre sersalê pîroz bikin kir an şahiyan betal bikin an jî bi paş bixin.

Û got: ” Bûyerek were betalkirin baştir e ku kesek jiyana xwe ji dest bide.”

Tedros tekez kir ew ê sala bê bi hemû hêza xwe li dijî vîrûsê û bidawîkirina wê kar bikin.

WHO: Em hêvî dikin ku Corona 2022 bi dawî bibe

Û hêvî kir ku sala 2022 bibe sala bidawîbûna vîrûsa Coronayê.

Li ser Omicron jî Tedros eşkere kir ku belge û nîşane li gel wan hene ku ev vîrûs ji ya Delta bileztir belav dibe.

Ji bo nêzîkbûna Sersalê jî hin welatan ji niha de tedbîr girtine.

Jê jî Hollanda ye, wê qedexeya derktinê di dema sersalê de ragihîne.

Back to top button