YNK: Namzetê me Dr.Berhem Salih e

Her çendî li Iraqê heta niha hikumet nehatibe avakirin jî lê amadekariya diyarkirina serok-komarê nû di rojev de ye. Ji ber ku posta serok-komariyê para gelê Kurd û bi taybet YNK’ê ye, herkes li benda namzetan e. Di vî warî de YNK’ê eşkere kir ku Dr.Berhem Salih wê careke din bibe namzetê wan. 

Hilbijartinên pêşwext ên Iraqê 10’ê Cotmeha 2021’ê pêk hatin.

Lê heta niha jî hikumeta nû ya Iraqê nehatiye avakirin.

Û nayê zanîn bê aliyên Kurd wê çawa biçin Bexdayê.

Endamê polîtbîroya YNK’ê Rizgar Hacî Heme têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Hacî Heme diyar kir ku ew dixwazin hemî hêz û partî bi hevre biçin Bexdayê û got;

Helwesta me li ser namzetê serokkomariyê vê gavê diyar e.

Ew jî Dr.Berhem Salih e.

Piştî têkçûna rêjîma Sedam Hisên, herdû hêzên Kurd li Başûr YNK û PDK’ê peymanek mohr kiribûn.

Li gorî wê, serokatiya herêmê bû para PDK’ê û serokatiya Iraqê jî ya YNK’ê bû.

Lê vê gavê PDK’ê dixwaze wê peymanê betal bike û posta serokatiya Iraqê jî bike para xwe.

Back to top button