Li Kobanê ji bo azadiya Rêber Apo 3 roj in çalakî dewam dike

Ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Rêber Apo, li herêmê û li gelek welatan çalakiyên cuda pêk tên. Ji çalakiyên li hemêrê jî ya Kobanê ye. 3 roj in bi armanca azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo, çalakî dewam dike. 

Ev çalakî li qada şehîd Egîd a li bajêr, pêk tê.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Tevgera Jinên Ciwan a herêma Firatê ev çalakî bi rêxistin kiriye.

Silogana çalakiyê jî “Dem dema azadiya Serok e”.

Di nava sê rojan de ji bo piştgiriyê rojane serdana konê çalakiyê dihat kirin.

Çalakî 19’ê mehê dest pê kir û îro bi dawî dibe.

Li her deverê ji bo naskirina rewşa dawî ya Rêber Apo û azadkirina wî gelê kurd bi hêrs e û di nav çalakiyan de ye.

Back to top button