Pedersen: Bila kes ne li bendê be ku bi hêsanî aloziya Sûriyê çareser bibe

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Geir Pedersen têkildarî rewşa dawî ya Sûrî daxuyaniyek da. Pedersen anî ziman ku bila kes ne li benda çareseriyeke lezgîn be û wiha got: Tişta eşkere bû ev e, Aloziya li Sûrî wê ti carî bi rêbazên leşkerî neyê çareserkirin. 

Li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, têkildarî rewşa Sûriyê vîdeo-konferansek pêk hat.

Nûnerê Taybet ê ji bo Sûrî Geir Pedersen bi bîr xist ku ji sala 2015’an ve hewldanên ji bo çareseriya siyasî hene û wiha got:

Bila kes hêviya xwe bi mûcîzeyan girê nede.

Çareseriya li Sûrî ne hêsan e.

Lewma tevî ku di ser biryara Konseya Ewlekariyê re 6 sal derbas bûne jî hê ti gavên berbiçav nehatine avêtin.

Ev jî nîşan dide ku rêyeke dirêj li pêşiya me ye.

Pedersen wekî din anî ziman ku aloziya li Sûriyê wê ti carî bi rêbazên şer neyên çareserkirin û got;

Eger alî lihev bikin, hêviya me ew e ku sala 2022’an hevdîtinên ji bo çareserî û destûra nû careke din dest pê bikin.

Back to top button