Cenazeyê Vedat Erkmen li Qersê di bin dorpêca polîsan de hate veşartin

Cenazeyê Vedat Erkmen ku doh ji aliyê polîsan ve hatibû revandin di bin dorpêça polîsan li bajarê Qersê hate veşartin.

Vedat Erkmen.

Xeleka dawî ya girtiyên siyasî ku bi awayekî goman li zindanên rêjîma Tirk jiyana xwe ji dest da.

Ew jî mîna Garîbe Gezer bû.

Dewletê îdîa kir ku xwe kuştiye.

Lê malbat dibêje, ew ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye kuştin.

Zordestiya dewletê bi vê yekê jî sînordar nema.

Doh nehiştin malbata Erkmen li Stenbolê, cenazeyê kurê xwe oxir bike.

Polîsan cenazeyê Vedat revandin û birin navçe Dîgor a Qersê.

Ji ber ku dihate zanîn ku cenaze bi merasîmekê were veşartin, polîsên Tirk li Dîgorê rê li çûnhatinê girtin.

Û tenê destûr dan malbatê ku cenazeyê kurê xwe bispêrin axê.

Ji ber zext û zordariyê, cenazeyê Vedat di bin dorpêça polîsan de hate veşartin.

“Divê her sek li dijî binpêkirinên li girtîgehan rabe”

Hevseroka Komeleya Piştevaniya Ji Bo Malbatên Girtiyan Esîn Çelîk, têkildarî kuştina girtiyên siyasî ji ajansa mezoptomaya re axivî.

Çelîk diyar kir ku dewleta Tirk bi zanebûn girtiyê nexweş derman nake, kesên ku cezayê wan qediyaye bernade û bi awayekî eşkere polîtîkaya kuştinê dimeşîne.

Esîn Çelîk bal kişand ser revandina cenazeyê Vedat Erkmen, kuştina Garîbe Gezer û got,

Bêyî parêzeran, raporên wan ên otopsî amade kirin. Ev yek nîşan dide ku mirina girtiyan bi goman e.

Çelîk xwest li hemberî kuştina girtiyên siyasî civak dengê xwe bilind bike.

Back to top button