Li Malezya 14 kes mirin 71,000 kes ji bo cihên ewle hatin veguhestin

Li Malezyayê hejmara mirovên ku ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 14 kesî. Bêtirî 70 hezar kes jî neçar man ku ji cih û warê xwe bibin.

Barana zêde ya ku dawiya hefteyê li Malezyayê bariya, bû sedema lehiyê û bandor li gelek bajar û gundan kir.

Ji ber lehiyê gelek rê hatin girtin û bandora herî giran li eyaleta Selangorê kir.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî Bernamayê, li Selangoyê 8, li eyaleta Pahangê 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Tê gotin, bîlanço dibe ku girantir bibe. Hate ragihandin ku agahî ji gelek kesan nayê girtin.

Ji ber lehiyê zêdeyî 71 hezar kes neçar man cih û warê xwe biterikînin.

Her sal ji ber baranê li Malezyayê lehî radibe û dibe sedema xisareke mezin a madî.

Tê gotin, rola germahiya global di zêdebûna felaketên lehiyê de heye.

Back to top button