Cenazeyê endamê TEV-DEM`ê Lezgîn Osman li goristana şehîd Xebat a li Dêrikê hat oxirkirin.
Îro bi sedan şêniyên Dêrikê, Girkê Legê û Çilaxa cenazeyê endamê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Lezgîn Osman bi merasîmekê li goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir kirin.
Lezgîn Osman di 17`ê Kanûnê de li Hesekê ji ber vîrûsa Coronayê jiyana xwe ji dest dabû.
Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Dêrikê Wensa Çawîş axivî û got:
“Şehîd Lezgîn ji bo parastina destkeftiyên şoreşa gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê dûdilî kar kir.
Alîkarî dikir û piştgirî dida şervanên li eniyên şer.”
Biraziyê Lezgîn, Reşîd Osman jî axivî û diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta pêkanîna serkeftinê wê rêya şehîdan bişopînin.
Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.