Emîd Seîd Hemadî: 6 cenazeyên din ên sivîlan li Musilê hat dîtin

Piştî ku Musil ji destê DAIŞ’ê heta niha cenazeyên gelek kesan ji binê kavilan hatin derxistin. Berdevkê Ragihandina Rêveberiya Şaristanî ya Musilê ragihand ku 6 cenazeyên din hatin dîtin.

Berdevkê Ragihandina Rêveberiya Şaristanî ya Musilê Emîd Seîd Hemadî bi daxuyaniyekê diyarkir ku duh tîmên wan li Musilê cenazeyên şeş kesên din ku bi destê DAIŞ’ê hatibûn kuştin, dîtine.

Hat zanîn ku her şeş kesên hatin kuştin sivîlin.

Lê heta niha nasnameya wan ne hatiye zanîn.

Emîd Seîd Hemadî eşkere kir ji dema destpêkirina operasyona rizgarkirina Musilê heta niha nêzî şeş hezar cenaze ji binê kavilan hatine derxistine.

Back to top button