Hikûmeta Şamê hêzên leşkerî şand çolistanê

Tevgera çeteyên DAIŞ li çolistana Sûriyê zêde dibe. Hikûmeta Şamê da zanîn ku ew ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêngaveke nû destpê bikin û ji bo vê jî îro hêzên şand çolisatanê.

Li gorî ku Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand, hêzên hikûmeta Şamê û komên alîgirên wê amedekariya êrişeke nû li dijî DAIŞ’ê dikin.

Di çarçoveya amedekariya êrişê de, îro hikûmeta Şamê hêzên leşkerî yên nû şand li navendên xwe ên li çolistanê.

Çavdêriyê da zanîn ku îro balafirên şer ên Rûsyayê jî baregehên çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Reqa û Dêrazorê bombebaran kirin.

Kesên bi hikûmetê re li hev hatin wê li dijî DAIŞ’ê şer bikin

Her wiha çavdêriyê ragihand ku li herêmên Dêrazorê, Meyadîn û El-bûkemalê zêdetirî hezar kes bi hikûmetê re li hev hatin..
Bang li van kesan hate kirin ku tevlî perwerdeyek leşkerî bibin.

Hat ragihandin piştî perwerdeya 15 rojan, dê di şerên li dijî DAIŞ’ê de li çolistana Dêrazorê cih bigirin.

Back to top button