68 Saziyên jinan ji bo Aysel Tugluk bang kirin

68 rêxistinên jinan bal kişandin ser pirsgirêkên tenduristiyê yên siyasetmedara kurd Aysel Tugluk û xewestin bê azadkirin.

68 sazî û dezgehên jinan ên bakurê Kuridistanê û Tirkiyê ji bo Aysel Tugluk daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ser rewşa tenduristiya wê.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Aysel hiqûqnas e, parêzvana mafên mirovan e, têkoşera azadî û wekheviya kurd e û siyasetmedar e.

Dezgeha Tiba Edlî, li hemberî girtiyên siyasî yên nexweşiyên wan giranin raporên ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ amade dike.

Yek ji wan raporan li dijî Ayselê hat amadekirin.

Em daxwaz dikin Aysel a ku bi salane li dijî tundiya li hemberî jinê têkoşîn dayî serbest bê berdan.

Em bang li hemû rayedarên ku di vê pêvajoya bêhiqûqî ya ku li ser jiyana wê hatiye meşandin de îmze kirine dikin ku li gorî hiqûq, wijdanê tevbigerin.

Back to top button