Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê sûcên dewleta Tirk dijî girtiyan şermezar kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê sûcên dewleta Tirk ên dijî girtiyên siyasî ku di encamê de 6 girtî ji ber îşkenceyê şehîd bûn, şermezar kir.

Bi dehan endamên Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk ên dijî girtiyên siyasî di girtîgehan de li taxa Şêxmeqsûd daxuyaniyk da.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser sûcên dewleta Tirk ên li Tirkiyê û herêmên dagirkirî yên Sûriyê û hate gotin Dewleta Tirk hemû kesên li dijî siyaseta wê derdikevin digire û îşkence li wan dike.

Meclisê da zanîn zihniyeta desthilata AKP`ê jêdera hemû sûcên dijî mafên mirovan e.

Meclisê girtin û îşkencekirina welatparêz û siyasetmedaran şermezar kir û bang li civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kir ku deswerdanê bikin û hesabê bixwazin.

Back to top button