Li DYA mirina yekem a ji ber varianta Omicron pêk hat

Bêtirî 2 salane cîhan hîna ji vîrûsa Corona xelas nebûye.

Vîrûsa motasyonan derbas dike herî dawî bi varianta xwe ya Omicron gefê dixwe.

Mirina despêkê ya ji ber Varianta Omicron li DYA pêk hat.

Rêxistina Tenduristiya Cîhanê bang kir ku pîrozbahiyên sersalê pêk neyên.

Li Brîtanya, Fransa û Almanya jî tevîrên tund tên girtin.

Sersal nêzîk dibe û beşeke mezin ji cîhanê xwe ji bo şahiyan amade dike.

Vîrûsa Corona ku bi kombûnê re hîn zêdetir belav dibe, bi motasyonên xweyên nû re gefan dixwe.

Li gorî daneyên ku ji aliyê Navenda Kontrolkirin û Pêşîlêgirtina Nexweşan (CFDC) ve hatî parve kirin, Omicron ji sedî 73 enfeksiyonên nû yên ku hefteya borî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) çêkiriye.

Rêjeya guhertinê ya mûtasyona Delta ji sedî 26,6 bû.

Heya hefteyek berê, Delta, guhertoya serdest, ji sedî 87 bûyerên nû pêk dihat.

Rêjeya dozên nû yên Omicron tenê ji sedî 12.6 bû.

Serokê DYA Joe Biden di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê de got,

Zivistanek pir dijwar li benda mezinên ku tercîh dikin derzîlê nebin e.

Tê payîn ku Biden îro tedbîrên ku wê piştî zêdebûna dozên coronavirus bigire ragihîne.

Ji aliyê din ve Koşka Spî ragihand ku karmendekî ku doza sêyemîn a derziyê wergirtiye û 3 roj berê bi Serok Biden re 30 deqîqeyan di heman hawîrdorê de bû, testa xwe ya Covid-19 erênî derket.

Encamên testa Biden heta niha her dem neyînî ne.

WHO: Bila şahiyên sersalê werin rawestandin

Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus daxwaz kir ku ji ber belavbûna bilez a varianta Omicron şahiyên sersalê werin rawestandin.

“Ji pîrozkirina niha û paşê poşmanbûnê çêtir e ku merov dereng pîroz bike.

Divê êdî em bala xwe bidin bidawîkirina vê vîrûsê.”

Çalakiya şeva sersalê ya ji bo 6 hezar û 500 kesî dihat plankirin ku li Meydana Trafalgar a Londonê bê lidarxistin, hat betalkirin.

Ajansa nûçeyan a Fransayê AFP ragihand ku pîrozbahiyên sersalê yên li Parîsê jî hatine betalkirin.

Li Almanyayê, tê pêşbînîkirin ku li ser partiyên taybet û klûbên şevê qedexeyên tund werin danîn.

Ji ber Omicoron Foruma Davosê hate paşxistin

Di vê navberê de, ji ber pandemiya Covid-19, Foruma Aborî ya Cihanê ku wek Foruma Davosê tê naskirin û her sal li bajarê Davosê ya Swîsreyê tê lidarxisitn careke din hat paşxistin.

Dihat plankirin ku forum di navbera 17-21’ê Kanûnê de were lidarxistin.

Lê ji ber coreya nû ya Omicron ya vîrûsa Corona forum hate paşxistin.

Back to top button