Dagirkeran êrişî navçeya Zirgan û gundên wê kirin

Dagirkeran îro careke din piştî nîvro êrişî gundên navçeya Zirganê kirin .

Di encama êrişên li dijî gundê Rebîat ê Zirganê de du jin şehîd bûn û 3 zarokên bira birîndar bûn.

Dagirker ji bargeha xwe li ya li gundê Bab El- Xêr yê dagirkirî gundên Mehrmele, Til Emîr, Mezre û Til El Werd bombebaran kirin.

Li aliyekî din dagirkeran gundê Esediyê yê dikeve rojavayê bajarokê Zirganê yê kantona Hesekê jî daye ber topan.

Di encama êrişên li ser li gundê Rebîat yê zirganê de 3 welatî şehîd bûne û navê wan wiha ye:

” Melka Ehmed Îd (30) dayika wê Fesla Îd (60) û Salih Hemîd El-Hisên (60).

Her wiha 4 welatiyên din birîndar bûn; Ehmed Mihemed El-Faris (50), Cûdî Îd (4), Cûrî Îd (11) û Ehmed Îd (8).

6 kesên birîndar gihaştin Nexweşxaneya Fereman û Nexweşxaneya Nafiz ên Qamişlo.

Rewşa hin birîndaran giran e.

Di encama erişên dewleta Tirk 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn

Her wiha Li gundê Um El-Kêf ê Til Temirê, 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de birîndar bûn.

Back to top button