Telat Yûnis: Berpirsê encama van êrişan hêzên garantor in

Li dijî êrişên li ser sivîlên Zirganê Heveserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Telat Yûnis êrişên li ser sivîlên li Zirganê şermezar kir û diyar kir ku hêzên garantor berpirsên encama van êrişan in.

Telat Yûnis diyar kir ku êrişên dawî yên dewleta Tirk ên li ser navçeya Zirganê berdewama êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

Yûnis got: “Ev êrişên terorist berdewama êrişên qirkirinê yên li dijî gelê me ye.”

Telat Yûnis destnîşan kir ku armanc ji van êrişan dagirkirina herêmên din ên ewle ye. Her wiha bêdengiya Rûsya û Amerîka yên garantor ên li hemberî êrişên Tirkiyê şermezar kir û got:

“Divê dewletên garantor erka xwe bi cih bînin û komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê me yê berxwedêr pêk tîne, rawestînin.”

Yûnis anî ziman ku gelê herêmê wê li hemberî van komkujiyan bêdeng nemîne û berxwedana xwe xurt bike.

Back to top button