Dagirkeran doh careke din piştî nîvro êrişî gundên navçeya Zirganê kirin .
Di encama êrişan de du jê jin 3 kes şehîd bûn û 10 kes birîndar bûn 3 ji wan zarokin .
Şevê din Dagirkeran ji bargeha xwe li ya li gundê Bab El- Xêr yê dagirkirî , gundên Esediyê, Rebîat, Mehermle, Til Emîr, Mezra, Til Werd yê bajarokê Zirganê bi dijwarî topbaran kirin.
Di encama êrişên li ser li gundê Rebîat û Esediyê de 3 welatî şehîd bûn û navê wan wiha ye:
” Melka Ehmed Îd (30) dayika wê Fesla Îd (60) û Salih Hemîd El-Hisên (60).
Her wiha 4 welatiyên din birîndar bûn; Ehmed Mihemed El-Faris (50), Cûdî Îd (4), Cûrî Îd (11) û Ehmed Îd (8).
6 kesên birîndar duh gihaştin Nexweşxaneya Fereman û Nexweşxaneya Nafiz ên Qamişlo.
Rewşa hin birîndaran giran e.
Her wiha Li gundê Um El-Kêf ê Til Temirê, 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de birîndar bûn.
Nûçegihanê me Munzur Şêxo duh rewşa birîndara şopand em bihevre temaşe bikin.