Who: pergala tendirûstiyê bi hilweşînê re rû bi rû ye

Ji ber belavbûna zêde ya vîrûsa Omîcron, welatên Ewrûpayê bitirs in. Lewma hem şidandina tedbîran û hem jî qedexeyên nû di rojevê de ne. Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanî hişyar kir ku ji ber Omîcronê, pergalên tendirûstiyê bi hilweşînê re rû bi rû ne. 

Dîrektorê Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanî li Ewrûpayê Hans Kluge Hans Klû diyar kir ku pêketiyên Omîcronê rojane zêde dibin û ev hişyarî kir:

Firtoneyeke dijwar ber bi me ve tê.

Li hemberî rewşa heyî dibe ku pergalên tendirûstiyê hilweşin.

Lewma divê hukûmetên Ewrûpayê xwe amade bikin.

Rêxistina Tendirûstiyê eşkere kir ku li Tirkiyê, Rûsya û 36 welatên Ewrûpayê Omîcron hatiye tesbîtkirin.

Li gelek welatan şidandina tedbîran di rojevê de ye

Hemwextê vê hişyariyê, şidandina tedbîran û sînorkirina tevgerê di rojeva welatê Ewrûpayê de ye.

Li gorî vê,

Li Îngilîstanê ku Omîcron herî zêde lê belav dibe, tê plankirina ku 25’ê Kanûnê biryarên nû werin eşkerekirin.

Yek ji wan qedexekirina pîrozbahiyên serêsalê ye.

Hukûmeta Skotlşandê jî biryar da ku hejmara mirovên wein cem hev sînor bike.

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz Olaf şoltz jî ragihand ku ji 28’ê Kanûnê wê navendên şahiyan ên şevê werin girtin.

Her wiha maçên fotbulê jî wê bê temaşevan werin lîstin.

Ji bilî wê şahiyên girseyî yên serêsalê jî têne qedexekirin.

Li Fransayê jî pîrozbahiya kevneşop ya li Kolana Champs-Elysees (Şanze Lîzê) hate betalkirin.

Hukûmeta Hollandayê jî ji roja Duşmê biryara qedexeya tevgera giştî daye.

Li Portugalê jî navendên şahiyan hatina girtin û biryar hate dayîn ku mirov li malê xwe kar bikin.

Back to top button