24’ê Kanûnê li Lîbya pêkanîna hilbijartinê ne pêkane

24’ê Kanûnê li Lîbya pêkanîna hilbijartinê ne pêkane. Komisyona Hilbijartina Bilbind a Lîbya bi vê bangê rewşa li welat anî ziman. NY jî hişyariya wê yekê dike ku li nava kolanên Trablusê tevgerek zêde ya leşkerî heye. Di nava van geşedanan de heta niha lîsteya dawî ya namzetan nehatiye eşkerekirin.

Aloziya ji ber rewşa namzetan, zêdebûna tevgera leşkerî û bi taybet li paytext Terablûsê, hêviyên çereseriyeke siyasî ya ji bo aloziya Lîbya ji holê radike.

Û ya girîng jî heta niha ne lîsteya namzetên serokatiyê ya fermî hatiye eşkerekirin û ne jî kampanya destpêkiriye.

Di rewşeke wiha de wê piştî 2 rojan çawa hilbijartin li Lîbyayê pêk werin?

Ev demekê ji bo taloqkirin an jî betalkirina hilbijartrinên 24’ê Kanûnê gelek bang têne kirin.

Tişta ku doh derengiya şevê di nava Komîsyona Bilind a Hilbijartinê rû da, nîşaneya betalkirina hilbijartinan e.

Komîsyonê karê hemû komîteyên xwe ên herêmî rawestandin.

Ev yek weke betalkirina hilbijartinan hate şîrovekirin.

Helwesta parlementoyê jî vê şîroveyê piştrast dike.

Îro parlementoyê ragihand ku ne mumkine hilbijartinên serokatiyê 24’ê Kanûnê pêk werin.

Li Lîbyayê, hilbijartin di pêvajoya bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî de ku armanca wê bidawîkirina şerê bi salan li welêt e, wek gaveke girîng hat dîtin.

NY ji bo rewşa Lîbya hişyarî da: Tevgera leşkerî ya li paytexta Lîbya dibe veguhere şer

Li paytexta Lîbya Trablusê tevgereke zêde ya leşkerî heye.

Ev yek jî bi xwere metirsiya despêkirina şerekî derdixe pêş.

Mîsyona piştevaniya NY a Lîbya (UNSMIL) li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Mîsyonê diyar kir ku li Trablus tevgereke zêde ya leşkerî heye.

NY anî ziman ku ew ji geşedanên li Trablûsê yên li ser ewlehiyê diqewimin bi fikar e û ji aliyan xwest bi dilnizmî tevbigerin.

Li Tarablusê tevgera leşkerî zêde bûye

Doh di nava tevahiya rojê de, li herêmên Zawiye û Bab bin Gişar yên Trablusê tevgerek zêde ya leşkerî hebû.

Ji ber vê yekê li Zanîngeha Trablusê navber hate dayîn.

Foruma Danûstandinên Sisyaî ya Lîbya ku bi pêşengiya NY hate lidarxistin de, Mijdara 2020’an biryar da ku 24’ê Kanûna 2021’an li welat hilbijartina giştî hate lidarxistin.

Back to top button