Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe duh careke din êrişî gundên Zirganê kirin.
Di êrişan de çekên giran hatin bikaranîn. Êrîşan îro jî dewam kir. Di encama van êrişan de, 4 sivîl şehîd bûn û 9 jî birîndar bûn. Di encama besivdayîna şervanên QSD’ê de 2 çeteyên dewleta Tirk jî hatin kuştin.
Dewleta Tirk a bi ti awayî pîvanên navneteweyî nasnake, sivîlên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî dikuje.
Doh dewleta dagirker a dagirker û çeteyên xwe , li herêma Til Temirê gundê Mehremla, Til Emîr, Mezra, Til Werd û taxên rojavayê Zirganê bi dijwarî bombebaran kir.
Di êrişê de 4 sivîl şehîd bûn û 9 jî kes jî birîndar bûn
Di encama êriş û bombebaranê de 2 jê jin 4 kes şehîd bûn.
Navên kesên şehîd jî wiha ne,
Melka Ehmed Îd (30)
dayika wê Fesla Îd (60)
Salih Hemîd El-Hisên (60)
Mihemed Xêr Elyan (58).
Di heman êrişê de 9 kes jî birîndar bûn û tenê navê 6’an ji wan hate eşkere kirin.
Roza Diyab (35)
Elî Îd (45), Cûdî Elî Îd (4)
Ehmed Îd (11),Cûrî Îd (11)
Ehmed Mihemed El-Faris (50).
Di nava kesên birîndar de 3 leşkerên hêzên hikumeta Şamê jî hebûn.
5 Birîndar li Nexweşxaneyên Qamişlo tên dermankirin
5 birîndar niha li Nexweşxaneya Fereman û Nexweşxaneya Nafiz ên Qamişlo têne dermankirin.
Nûçegihanê me ji nexweşxaneyên Qamişlo ragihand ku rewşa hin birîndaran giran e.
Artêşa Tirk û çeteyan gundên Til Temir bombebaran kir
Piştî topbarana li dijî Zirganê, îro jî artêşa Tirk gundên Um El-Kêf, Til Gerabêt û Til Cuma yên Til Temirê jî dan ber topan.
Di vê êrişê de 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê yên bi navê Mihemed Kûsa û Fadî Seman birîndar bûn.
Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê jî bersiva êrişên dagirkeran da.
Meclisa Leşkerî bersiv da êrişên li ser Um El-Kêf û 2 çete hatin kuştin
Şerekî giran li derdora gundê Um El-kêf qewimî. 2 çete hatin kuştin û çeteyek jî birîndar bû.
Piştî wê, balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li ser gundê Um El-Kêf geriyan…