Yemen..WFP: Alîkariya ji bo 8 milyon kesî wê were kêmkirin

Bernameya Xwarinê ya Cîhanê ragihand ku ewê ji despêka salê ve alîkariya ji bo Yemenê kêm bikin. Bernameyê got: Alîkariya ji bo 8 milyon kesî dihat dayîn wê were kêmkirin. Ev yek ji dide xuyakirin ku li welat wê rewşa mirovahî hîna kembaxtir bibe. Fikar hene ku ev rewşa ji ber şerê navxweyî, birçîbûna li welêt hîn zêdetir bike.

7 salin li vî welatî şerekî dijawar yê mezhebî heye.

Şerê ku Îlona 2014’an li welat derketî, ev bêtirî 7 sala ye welat xistiye nava aloziyê.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) heta niha 300 hezar kes di van şeran de mirine.

Ji nîvê nifûsa welat bêtir pêwistiya wan bi alîkariyê heye.

Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP) jî ragihand ku ewê alîkariya ji bo 8 milyon kesî kêm bikin.

Dîrektora Herêmî ya WFP Corinne Fleischer diyar kir ku stokên xwarinê yên li Yemenê bi awayekî xeternak kêm dibin.

Di daxuyaniya Bernameya Alîkariya Xurekan a NY de hat diyarkirin ku ji meha Çileyê pê ve alîkariya xwarinê ya ku ji 8 milyon kesî re tê dayîn wê nîvî kêm bibe.

Her wiha alîkariya ji bo 5 milyon kesî jî wê dewam bike.

Di daxuyaniyê de hişyarî hat dayîn ku alîkariyên xwarinê û bernameyên din ên ji bo têkoşîna li dijî kêmxwarina zarokan jî di bin xetereya qutkirinê de ne.

Bernameya Xurekê a Cîhanê (WFP) di sala 2020’an de ji ber têkoşîna li dijî birçîbûn û ewlehiya xwarinê ya li Yemenê xelata Nobelê ya aştiyê wergirt.

WFP ji serê salê ve ji xêrxwazan daxwaz alîkariyê kir.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres jî ji bo Yemenê 3,85 milyar dolar alîkarî xwest.

Lê pereyê ku hate komkirin 2,68 milyar dolar bû.

Ev rêje jî gelek di bin mîktara dihat xwestin de ma.

WFP di Îlonê de hişyarî dabû ku ger fonên nû neyên wergirtin, ew ê ji meha Cotmehê ve mîqdara alîkariyê kêm bikin.

Back to top button