Li girava Yewnan keştiya koçberan binav bû bi dehan kes winda ne

Li Derya Spî carke din tirajediya koçberan hebû. Tekneya koçberan li peravên girava Yewnan binav bû, kesek mir û agahî ji dehan kesî nayê girtin.

Hat diyarkirin ku li peravên girava Folegandros a Yewnanîstanê di encama binavbûna keştiya penaberan de, kesek jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes jî winda ne.

Li gor nûçeya rojnameya The Guardianê, Hêzên Ewlekariya Peravên Yewnanîstanê bi daxuyaniyekê ragihand ku di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de cenazeyê kesekî hatiye dîtin.

Ewlehiya Peravê ragihand 12 kesên ku tê texmînkirin ji Iraqê ne, hatin rizgarkirin û birin girava Santorini.

Kesên hatin xelaskirin dan zanîn ku di keştiyê de 32 kes hebûn.

Kesekî din jî îdia dike ku di keştiyê de 50 kes hebûn.

Ewlehiya Peravê da zanîn ku bi alîkariya keştiyên rizgarkirinê û helîkopteran lêgerîn didome.

Back to top button