Di roja 79’an a çalakiya Sêmalka careke din bang li PDK’ê hate kirin

Çalakiya malbatên şehîdan a li Sêmalka ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe yên ku PDK’ê ew şehîdkirine, di roja 79’an de dewam dike. Îro jî endamên Desteya Darayî ya herêma Cizîrê beşdarî çalakiyê bûn.

PDK`ê cenazeyê gerîlayên ku di kemîna di 28-29`ê Tebaxa borî de li herêma Xelîfanê şehîd kirine, tevî bangên Dayikên Aştiyê, saziyên civaka sivîl, rêxistinên hiqûqî, radestî malbatên wan nake.

Endamên Desteya Darayî ya herêma Cizîrê berê xwe dan deriyê sînor ê Sêmalkayê û tevli konê çalakiyê bûn.

Cîgirê Hevserokatiya Desteya Darayî ya herêma Cizîrê Ebdullah Hiso kiryarên PDK`ê li hember gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

Hiso got: “Armanca PDK`ê ewe ku xeta berxwedanê tune bike. Emê ti carî gav bi paşde neavêjin.”

Back to top button