Di hêka Dînazoran a beriya 66 milyon salî de Embriyom hat dîtin

Famkirina cîhanê pir zehmete. Gelek caran ev yek bi derketina tiştên nû re hîna zêdetir dibe. Li Çînê hêka dînazoreke beriya 66 milyon salî hate dîtin.Di hêkê de jî embiryom ango şeklê dînazora çêbûyî ku “di rewşek pir baş de ye” hat dîtin.

Li Çînê hêka dînazoreke beriya 66 milyon salî hate dîtin.

Di hêkê de jî embiryom ango şeklê dînazora çêbûyî ku “di rewşek pir baş de ye” hat dîtin.

Hat diyarkirin ku embrîyoya di hundirê fosîla ku li Ganzhouyê hat dîtin pir baş hatiye parastin.

Fosîl ya dînazorên jî cûreya ‘oviraptorosaur’ e.

Lêkolîneran navê embrîyoyê kirin ‘Baby Yinglian’.

Yek jî nivîskarên iScience ji Zanîngeha Birmingham Fion Waisum Ma got:

“Yek ji baştirîn embrîyoyên dînozoran ku heya niha hatine dîtin e.”

Ma û hevalên wî gotin ku embrîyo di hundirê hêkê de hat dîtin ku serê wê di bin laşê wê de ye.

Pişta wê girtî û lingên wê li kêlekan belav bûne.

Zanyaran diyar kirin ku ev helwest bi gelemperî ne di dînozoran de, di çivîkên îroyîn de tê dîtin.

“Ev nîşan dide ku ev tevger di çûkên nûjen de ji bav û kalên dînozoran derketiye.”

Hat diyarkirin ku zaroka Yinliang ji serî heta dûvik 27 cm dirêj bû û di nav hêkek 17 cm de bû.

Li gorî zanyariyan, eger Baby Yinglian bikariba derbiketa, dê bi dirêjahiya 3 metreyan mezin bibûya û ji şînkahiyan têr bibûya.

Hêk di sala 2000’î de ji aliyê şîrketeke kana keviran a bi navê Yingliang Stone li Ganzhou hatiye dîtin.

Back to top button