Gerîla TV dîmenê çalakiya li Geverê a Colemêrgê weşand ku di encamê de 9 leşkerên Tirk ên dagirker hatibûn kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî parve kiribû:
Di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de, 16’ê Tebaxê li navçeya Geverê ya Colemêrgê, 2 wesayitên zirxî yên bi tîpa Kîrpî ku ji Qereqola Wargenima diçû gundê Kendalokê ji aliyê hêzên gerîla ve hatin şopandin û kontrolkirin.
Hêzên gerîla li dijî wesayitê çalakiya sabotajê pêk anîn.
Di encamê de wesayit bi temamî hate îmhakirin û 9 dagirker hatin cezakirin.
HPG’ê da zanîn ku ev çalakî ji bo hilanîna tola welatparêzê ji Başûrê Kurdistanê Îbrahîm Hesen pêk hat ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû şehîdxistin.