
Rêveberiya Xweser a Şengalê derbarê êrişên li ser Til Temir û Zirganê daxuyanî da. Rêveberiya Xweser anî ziman ku êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê û Şengalê bi hevdu ve girêdayîne û got: “Tiştê ku berê bi destê çeteyên DAIŞ’ê dikir, niha bi xwe dike. Çi dibe bila bibe, ewê berxwedana Şengalê û berxwedana Rojava biserkeve.”
Rêveberiya Xweser a Şengalê derbarê êrişên dawî ên dewleta Tirk li ser herêmên rojava û bi taybet Tiltemirê daxuyaniyek da.
Rêveberiya Xweser a Şengalê di daxuyaniya xwe de balkişand li ser êrîşên ku dewleta Tirk duh dest pê kir û îro jî dewam kirin û wiha got:
“Dijminahiya dewleta Tirk a dagirker li dijî Rojava ne nû ye.
Di 2014’an de bi destê çeteyên DAIŞ’ê xwestin şoreşa Rojava bifetisînin. lê bi berxwedana rojava çeteyên DAIŞ’ê têk çûn..”
Rêveberiya xweser êrişa DAIŞ’ê ya li ser Şengalê jî bi bîr xist û ev yek anî ziman:
“Şervanên Rojava û Gerîla bi hawara civaka Êzidî ve hatin û DAIŞ’ê li Şengal û Kobanê şikest.
Ji wê demê ve, dewleta Tirk a dagirker bênavber êrîşî Şengalê û Rojava dike.
Tiştê ku berê bi destê çeteyên DAIŞ’ê dikir, niha bi xwe dike..
Êrişên li ser Rojava û yên li ser Şengalê bi hev ve girêdayî ne, ji ber ku dijminê Şengalê jî Rojava jî dewleta Tirk a dagirker e.”
Rêveberiya Xweser a Şengalê işaret bi bêdengiya dewletên herêmî û navneteweyî li hember van êrişan jî kir û wiha domand:
Bêdengiya hêzên navnetewî cesaretê dide dewleta Tirk da êriş bike
“Ev bêdengî dibe sedem ku dewleta Tirk cesaret bigire û êrîşên xwe dewam bike.
Derdorên ku dibêjin em mafên mirovan diparêzin, li hemberî van êrîşan bê helwestin.”
Rêveberiya Xweser a Şengalê di dawiya daxuyaniya xwe sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û şifa ji birîndaran re û ev yek got:
Em êrişên dewleta Tirk a li ser Rojava şermezar dikin.
Divê hêzên eleqedar li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin, bi er ka xwe ve rabin.
Em çiqas berdêlên giran bidin jî emê xweseriya Şengalê û xweseriya Rojava biparêzin.”