Ferhad Şamî: Di dema lidarxistina civîna Astanayê êrişên dagirkeriya Tirk zêde bûne

Berpirsê Buroya Raghandina QSD’ê Ferhad Şamî êrişên dagirkeriya Tirk weke encama bazareke nû a li ser herêmê bi nav kir.

Berpirsê Buroya Ragihandin û Çapameniya QSD’ê Ferhad Şamî jî der barê êrişên dagirkeriya Tirk li ser gundewarên Til Temirê de ji televizyona me re axivî.

Şamî diyar kir dagirkeriya Tirk van her du rojan bi taybetî ku civîna Astanayê tê lidarxistin êrîşên xwe zêde kirine.

Ferhad Şamî: Dagirkeran bi sê aliyan êrişî Zirganê û gundên wê kirin

Şamî diyar kir dagikeriya Tirk ji sê aliyan ve bi bejahî û hewayî êrişî navçeya Zirgan û gundewarên wê kir û ji duh ve zêdtirî 800 top û abus avêtine navçeyê.

Şamî got, êrîşa dagirkeriya Tirk li ser gundê Um El-Kêf pir giran bû li derdora gund şerekî dijwar qewimî.

Berpirsê Buroya Ragihandin û Çapameniya QSD’ê Ferhad Şamî diyar kir şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê û Meclisa Leşkerî ya Suryanî yên di bin sîwana QSD’ê de ne, di çarçoveya parastina rewa de bersiv dane êrişên dagikeriya Tirk û 3 caran êrişên wan şikandin.

Back to top button