Jinek li gundê Til Werd ê Zirganê birîndar bû û rakirin nexweşxaneya Hesekê

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji duh de li ser Zirganê û Til Temirê zêde bûne.

Vê êvarê careke din dagirkeriya Tirk û çeteyên wê êrişî zirganê û gundên wê kirin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê taxên bakur û rojavayê Zirganê û girê wê kir.

Her wiha gundên wê jî, Niwêhat, Xedrawî, Rubeyat , Til Werd, Dada Ebdal û Bince dan ber topan.

Di encama topbaranê de li gundê Til Werd jinek bi navê Fatme El-Mehbûb birîndar bû û rakirin nexweşxaneya Hesekê.

Duh jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarokê Zirganê bi dijwarî topbaran kirin ku encama topbaranê de 4 sivîl şehîd bûn û 10 jî birîndar bûn.

Di encama besivdayîna şervanên QSD’ê de 2 çeteyên dewleta Tirk jî hatin kuştin.

Back to top button