2 malbatên li Hewlêrê di keştiya li peravaên Yewnanistanê binav bû de ne

Li Başûrê Kurdistan trajediya koçberiyê bi dawî nabe. 2 malbatên Kurd di keştiya li peravên Yewnanistanê binav bû de ne.

Li nêzî girava Folegndros ya Yewnanistanê şeva borî keştiyeke koçberan binav bû û bi dehan koçber winda bûn.

Li gorî daxuyaniya ewlekariya peravan 12 kesên di keştiyê de hatine rizgarkirin û cenazeyekî kesekî jî ji avê hatiye derxistin.

2 malbatên Kurd ên ji navçeyay Koyeyê ya Hewlêrê di vê keştiyê de ne.

Birayê Rêbwar Abdullah ku ew bi xwe, hevjîn û sê zarokên wî di keştiyê ne, Raber Abdullah li Koyeyê ji ajansa Rojnewsê re axivî û got:

“Birayê min, hevjîn û zarokên xwe di keştiya şeva borî de ne û heta niha winda ne. Ti agahiyên me li ser wan nîne.”

Her wiha pismamê Hejar Mihemed ku li gel malbata xwe di keştiyê de ye, Şêx Mesûryan ji Rojnews’ê re diyar kir ku Hejar , li gel hevjîna xwe û 2 zarokên xwe di keştiyê de ne û heta niha ti agahiya wan jê nîne.

Heta niha ximzên wan herdu malbatan piştrast nekirine ka li jiyanê mane yan ne.

Back to top button