Etyopya..Reuters: Amerîka ji ber firotina dronên Tirkiyê bihêrs e

Piştî Lîbya û Qerebaxê, dewleta Tirk dest li şerê li Etyopyayê jî werda. Û vê yekê jî bi firotina dronan dike. Amerîka ji ber vê yekê nerazîbûn nîşan da û got, dron metirsiya li ser jiyana sivîlan zêde dike. 

Ajansa Nûçeyan a Reutersê ragihand ku dronên Tirkiyê li Etyopyayê li dijî komên serhildêr zêde têne bikaranîn.

Ajansê diyar kir ku di vî warî de Amerîka nerazîbûna xwe bi Enqerê re parve kiriye û agahiyên xwe spartine çavkaniyên Waşîngton û Tirkiyê.

Gelek belge li ber destê rayedarên Amerîkayê hene ku dronên Tirkiyê li dijî çekdarên opozîsyonê hatine bikaranîn.

Di vî warî de fikarên Washingtonê zêde ne ku ev dronrê li ber karesatên mirovî veke.

Ajansê di nûçeya xwe de cih daye vê daxuyaniya Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê:

Washington eşkere ji Tirkiyê re got, dronên zerarê dide sivîlan.

Rayedarekî payebilind ê Tirkiyê jî eşkere kir ku Amerîka ji ber firotina dronan nerehetiya xwe li hemberî Enqerê nîşan daye.

Back to top button